Şanda PDKê û Sedir civiyan

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî û şanda ligel, bi Rêberê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir re li Bexdayê civiya.
Hevpeymaniya Saîrûn di Hilbijartina Civata Nûnerên Iraqê de, bi bidestxistina 54 kursiyan wekî yekem lîst di seranserî Iraqê de derçibû.
Ji aliyê xwe ve Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kurdistanê wekî yekem partî, li sernserî Iraqê jî rêza çarem bidest xist.
Hevdîtinên ji bo pêkanîna hikûmetek nû li Bexdayê didomin, di navbeyna aliyan de civîn tên lidarxistin. Ligor agahdariyan ji Bexdayê, hewlên Sedir hene ku, hukimetek liser binameyek fereh pêk were.




