Şanda PDKê li Bexdayê dixwaze nêrîna aliyên Iraqê nas bike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Rûşdî dibêje, şanda PDKê çûye Bexdayê û dê ligel hemû aliyên Iraqê bicive ji bo naskirina nêrînên hev, lê ti danûstandin nayên kirin. Herwiha tekez dike ku PDK û Serok Barzanî jî ligel wê yekê ne ku Kurd hevpeymaniyeke bihêz ava bikin li Bexdayê ji bo ku mafê Kurdan bidest bixin.
Îro şandeke PDKê çû Bexdayê ji bo naskirina nêrîna aliyên Iraqê derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.
Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Rûşdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Gotûbêjên avakirina hikûmeta Iraqê hêj di serî de ne û PDK û Serok Barzanî dixwazin Kurd hevpeymaniyeke bihêz ava bikin ji bo ku bikaribin mafên Herêma Kurdistanê bidest bixin.”
Derbarê wê serdana şanda PDKê bo Bexdayê, Arif Rûşdî wiha got: “Şanda PDKê çûye nêrîna aliyên Iraqê nas bike û bizane ew çi dibêjin. Dê ew şand ligel hemû aliyan bicive û helwêsta wan nas bike. Ji ber ku hêj gotûbêjên cidî destpê nekirine û avakirina hikûmeta nû dê ne wisa bi hêsanî be ji ber ku hejmara lîstan gelek e û gelek cudahî di navbera wan de hene.”
Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Em dixwazin ku Kurd yekgirtî û yekhelwêst bin, lewma jî em li hêviya helwesta hemû aliyên Kurdistanî dikin û deriyê me vekirî ye û em dixwazin serdana hemû aliyan jî bikin, ji bo ku em bernameyeke niştimanî amade bikin û em hemû kar li ser bikin.”




