PDK spasiya rojnamevan û medyakar û dezgehên xwe yên ragihandinê dike

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di peyamekê de spasiya rojnamevan û medayar û dezgehên xwe yên ragihandinê dike.
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bi boneya serkeftina lîsta PDKê di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, pîrozbahiyên gerim pêşkêşî rojnamevan û medyakar û kadir û karmendên tevahiya televizyon û rojname û radyo û malperên xwe dike.
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê dibêje, medyayên PDKê di bangeşeya hilbijartinan de pir bi serkeftî bi rol û erkê xwe rabûne û peyam û armancên PDKê gihandine xelkê Kurdistanê, herwiha mînakeke geş bûne di bangeşeya aram û pêşketî de. Bi zimanekî nerm kar kirine.
Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê dibêje, medyayên PDKê roleke mezin dîtin di handana xelkê Kurdistanê de ji bo ku di proseya hilbijartinan de beşdar bibin û herwiha di bangeşeyê de rêz li eql û hoşyariya mirovê Kurd digirtin û bi hest û sozên wan nedilîstin.




