Serok Barzanî û Elawî qonaxa piştî hilbijartinan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê civiyan di civînê de encamên Helbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.
Îro Şemiyê 19.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasê ya Iraqê û derencamên hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemantoya Iraqê) gotûbêj kirin û ronahî jî xistin ser qonaxa piştî hilbijartinê û hevkêşeyên siyasî yên nû, herwiha pêşeroja pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de.




