26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê: Nabe ti aliyek yekrêziya Kurdistanê têk bidine

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, nabe ti aliyek yekrêziya Kurdistanê têk bide.

Endamê polîtburoya PDKê û Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî beşdarîkirina di proseya dengdana giştî ya li bajarê Hewlêrê ji rojnamevanan re ragihand, divê hemû aliyek ji îro pê de babeta bangeşeya helbijartinê bidin aliyekî û li benda pêşhateyên nû bibin.

Mehmûd Mihemed ragihand, yekrêziya partî û aliyên Kurdistanî li Bexdayê erkê her aliyekê ye û nabe ti aliyek yekrêziya Kurdistanê derkeve û têk bide.

Derbarê pêngavên piştî helbijartinê de jî ragihand, PDK hin babet diyar kirine û li Bexdayê dê kar li ser bikin, wek bicîhanîna madeyên destûrî bi giştî. Ji ber Bexda tenê ew tişt bicîhanîne ku di berjewendiya wan de be.

Mehmûd Mihemed wiha got: “Ew kandîdên ku dê biçin Parlamentoya Iraqê pêwîst e bi başî bergiriyê li mafê xelkê Kurdistanê bikin ji bi bidestveanîna destkeftên zêdetir.”

Nûçeyên têkildar