26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî dengê xwe da: Serkeftin dê bo xelkê Kurdistanê be

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da û ragihand, yên ku baweriya xelkê bi dest tînin divê dengên xelkê biparêzin.

Dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê berdewam e. Rayedarên Kurdistanê jî li dever û bajarên Kurdistanê dengê xwe didin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da û hêviya wê yekê xwast ku dengdan bi awayekî baş birêve biçe.

Mesrûr Barzanî bang li wan namzedên ku di hilbijartinan de bi ser dikevin kir û got, divê ew xelkê Kurdistanê û dengê xelê Kurdistanê biparêzin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê di dawiyê de got ku dê hemû hewlên xwe bo parastina mafên gelê Kurdistanê bidin û înşala serkeftin dê bo xelkê Kurdistanê be.

 

Nûçeyên têkildar