Hilbijartin ji bo Parlementoya Iraqê birêve diçe

Hewlêr-KDP.info- Li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê di saet 07:00an de dest pê kir.
Li Parlamentoya Iraqê 328 kursî hene, ku 6 hezar 986 namzed hevrikiyê ji bo wan dikin. Nifûsa Iraqê 37 milyon e, ku ji wan 24 milyon kes xwediyê heqê dengdanê ne.
Roja pêncşemê (10-05-2018) dengdana taybet li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û dengdana diyasporaya Iraqê li cîhanê birêve çû. Îro jî welatiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi giştî, nûnerên xwe yên ji bo çar salên dahatû dişînin Parlementoya Iraqê.




