Şandeke Amerîkî û Nêçîrvan Barzanî behsa hikûmeta nû ya Iraqê kirin

Hewlêr-KDP.info- Piştî vegera ji Moskowê, şandeke Amerîkayê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û herdû aliyan behsa hikûmeta bê ya Iraqê kirin
Îro pêncşema 10ê Gulana 2018an Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re, li bajarê Hewlêrê serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.
Di hevdîtinê de amadekariyên hilbijartinên Parlementoya Iraqê nirxandine û hêviya xwe anîne ziman ku bi awayekî birêkûpêk û demokratîk were encamdan û piştî hilbijartinan jî aliyên Iraqî ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê dest bi diyalogeke cidî bikin, bi awayekî ku îstiqrara siyasî, ewlehî û pêşveçûna aboriya welat li pey xwe bîne.
Di hevdîtinê de Douglas Silliman hêviya xwe aniye ziman ku aliyên Kurdî yekdengî, yekrêzî, bere û hêza xwe li Bexdayê biparêzin û roleke wan a berbiçav di serkeftina hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de hebe.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rêkûpêkiya birêveçûna bangeşeya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê kiriye û diyar kiriye ku ew hêvî dike proseya dengdanê jî li seranserê Iraqê bi heman awayî birêve biçe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku hewldanên cidî didin daku aliyên Kurdistanî li parlementoya dahatû ya Iraqê, weke blokeke bihêz, yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin û bihêztir bikin.
Herwiha gotûbêjkirina çend mijarên li ser rewşa navçeyê bi giştî, aliyekî din ê hevdîtinê bûye.




