Bi Serokatiya Serok Barzanî her du mekteb siyasên PDK û YNK li Silimanî civiyan

Duhî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi serdanek gehêşte Silimaniyeyê û ji aliyê her yek ji Kusret Reasûl Elî, Hêro Îbrahîm Ehmed û hijmareke din ji Endamên mekteb siyasiya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Pişt re her di vê hevdîtina han de Serok Barzanî rewşa tendirostiya Serokkomarê Îraqê ji Xatû Hêro pirsî û nav hatî jî behsa baştir bûna rewşa tendirostiya Serokkomar ji Serok Barzanî kir.
Piştî vê civîn û pêşwaziya han bi Serokatiya Serok Barzanî her du mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê civiyan û çendîn bebet û meseleyên girîn yên rojevê nirxandin.




