26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Rûsya li ser firehkirina pêwendiyan lihev kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Li Moskovayê, Nêçîrvan Barzanî digel Vladimir Putin civiya û Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û berfirehkirina têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja Çarşemê 09.05.2018ê li bajarê Moskovaya patexta Rûsyayê, li meydna Sor, digel mêvan û şandeyên balayên welatan, beşdarî di bîranîna serkeftina Cenga Mezina Niştimanî (Cenga Cîhanîya Duyem) de kir.

Piştî çalakiyên merasimê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Vladimir Putîn Serokê Rûsyaya Federal li Koşka Kirêmlinê civiyan û her du aliyan têkeliyên dîrokî yên her du gelên Rûsya û Kurdistanê di qonaxên cuda de gotûbêj kirin û tekîd li ser zêdetir pêşxistina wan têkeliyan kir.

Di civînê de, Putin piştevaniya xwe ji bo gelê Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di hemû waran de û bi tyabetî di warê aborî, enerjî û civakî de nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Putin kir ku ew ji bo serdana Moskovaya vexwand û dupat kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her pêngavekê ku bibe hokarê pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdeistan û Rûsyayê dike û hemû hêsankariyan pêşkeş bi pirojeyên enerjiyê û sermayerazandina rûsî li Herêma Kurdistanê dike.

Nûçeyên têkildar