26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Putin dê bicivin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ber bi Moskowê bi rê ket.

Nêçîrvan Barzanî li Moskowê beşdarî bîranîna Serkeftina Şerê Mezin ê Niştimanî (Şerê Cîhanî yê Duyem) dibe.

Piştî ku sibe (09-05-2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma bîranînê bibe, wisa tê çaverêkirin ku beşdarî çend gotûbêjên giring û dualî jî bibe, di nav wan de jî civîna dualî ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Rosneftê Îgor Sîçîn, ji aliyê ofîsa Vladimir Putin ve hat vexwendin.

 

Nûçeyên têkildar