Roja hilbijartinên Kurdistanê hat diyarkirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 30ê Îlona 2018ê weke roja hilbijartinên Herêma kurdistanê diyar kir.
Serokwezîr Barzanî îro Duşemê 08-05-2018, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 30-09-2018ê destnîşan kir.
Biryar bû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 1ê Mijdara 2017ê bihata kirin lê ji ber bûyerên 16ê Cotmehê û dirêjkirina heyama karê parlamentoyê ji bo 8 mahên din, hilbijartin jî hatine paşxistin.
Herwiha roja 12ê Gulanê jî dê li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê werin kirin.




