26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo xelkê Dihokê: Emê îsbat bikin ku PDK naşkê..Bi hebûna we ti alî nikare Kurdistanê bêhêz bike

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew dê careke din jî ji hemû aliyan û bi taybet jî ji nehezan re îsbat bikin, ku PDK naşkê û “ew nikarin Kurdistanê lawaz bikin û axa Kurdistanê bifiroşin, ji ber ku PDK dê rûbirûyê wan bisekine.” Herwiha ji cemawerê Dihokê re got, bi hebûna we ti kes nikare PDK û Kurdistanê bêhêz bike.

Îro Yekşema 6ê Gulana 2018ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di çarçoveya kempînên xwe yên bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, karnavaleke mezin a cemawerî bo lîsta 184 a xwe li bajarê Dihokê saz kir, ku Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî jî tê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Li ser asta Kurdistanê û Iraqê hesaba mezintirîn partiya Kurdistanê bo PDKê tê kirin, PDK jî bi kirdar selimandiye, heta ku PDK hebe, xelkê Kurdistanê dê parastî be.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir: “PDKê gelek serwerî bo Herêma Kurdistanê tomar kirine, niha jî em dê qonaxeke din dest pê bikin û em dê bo berevanîkirina li mafê we biçin Bexdayê.”

Cîgirê Serokê PDKê da xuyakirin, ku ew bi ti awayî û ti demi sazişê li ser ti mafeke xelkê Kurdistanê nakin û tekez kir: “Heta ku em xwediyê cemawerên weke we bin, em dê bo nehezan îsbat bikin ku nikarin PDKê bişkînin, nikarin Kurdistanê lawaz bikin, herwiha nikarin axa Kurdistanê bifiroşin, PDK dê bi xwîna şehîdan rûbirûbûyê wan bisekine.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir, ku PDK hertim û di her şertûmercekê de li gel û li kêleka xelkê xwe û gelê Kurdistanê sekiniye û mil daye ber berpirsatiyan. Bi gotina Nêçîrvan Barzanî: “PDK hem di rojên reş û tarî û hem jî di rojên geş de li gel xelkê Kurdistanê bûye û dê her bimîne jî.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “PDK û xelkê xweragir ê Badînanê her dem bi hev re bûn û çawa Serok Barzanî û Pêşmerge herêmên xwe ji DAIŞê parastin, li Bexdayê lawên PDKê bi giyanê Pêşmergatî dibin parêzerên rasteqîne ji berjewendiyên Kurdistanê re.”

Got jî: “PDK partiyeke hevgirtî û xwedî navendeke yekgirtî ya biryarê ye û wek partiya yekem li Kurdistanê danûstandin pê re tê kirin. PDK xwedî yek lêveger e, ew jî Serok Barzanî ye û ew hêjayî ye ku ji hemûyan re jî bibe lêvegerek.”

Herwiha got: “Pêşmerge û camewerê PDKê DAIŞ têk şikandin û gelek pilanên nehez û neyaran ên jinavbirina ezmûna Kurdistanê jî xistin gorê.”

Cîgirê Serokê PDKê di gotara xwe de got jî: “Kurdistan deyndarê xwîna şehîdan e û heger xwîna wan nebûya, ti kesî nedizanî çi bi serê çarenivîsa Kurdistanê de dihat.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir jî, ewê li Sihêla û Pirdê rûbirûyî dijminan bûne, lawên PDKê bûn.

Amaje bi wê jî kir, “PDK ji bo berevanîkirina li mafê Kurd diçe Bexdayê û PDK bi yekrêziyê re ye, lê hin aliyên nehez hene dixwazin hilbijartinan ji bo şikandina PDK û Kurdistanê bikar bînin. Divê di hilbijartinan de were çespandin ku ew ti demekê nikarin PDKê bişkînin û Kurdistanê bifiroşin.”

Nûçeyên têkildar