26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Kesên ziyan ji lehiya Dihokê dîtine emê wan qerebû bikin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ku li bajarê Duhokê ji ber lehiyê kesên ku zerer dîtine dê zererên wan bên qerebûkirin.

Îro 06.05.2018ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel parêzgerê Duhokê Ferhad Etrûşî serdana cîhên ku lehiyê zerer gehandiyê kir.

Nêçîrvan Barzanî soz da ku hikûmet lêkolînê li ser zerer û ziyanên vê lehiyê bikin û ragehand, hikûmeta herêma Kurdistanê dê ziyanan temîn bike.

Şeva borî li çend navçeyên bajarê Duhokê lehî rabû û ji ber wê jî 4 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, ku hîn jî termê hemwelatiyekê nehatiye dîtin.

Li ser pirsên rojnamevanan ên derbarê helbijartinên Iraqê de jî Nêçîrvan Barzanî ragehand, dê PDK bihêz beşdarî li helbijartinê bike.

Herwaha li gor Serokwezîr Barzanî qonaxa piştî helbijartinê bo gelê Kurdistanê zihmete û got pêwîst nûnerên Kurd ku li lîsteyên cuda derdikevin û dibin parlamenter û diçin parlamentoya Iraqê pêwîste yekgirtî bin û bi yekdengî kar bikin.

Nûçeyên têkildar