26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Beljîka: Emê dostayetiya xwe ligel Kurdistanê bihêztir bikin

Çavkanî: KDP.info

Beljîka-KDP.info- Parêzgarê Bajarê Rozelêr Kirîs Dîklêrk ragihand ku ewê dostayetiya xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

Cîgirê Serokê Ciwanên Siyasî yên Cîhanê Felah Mistefa, ku ciwanekî Kurd e û ligel Parêzgarê Bajarê Rozelêr Kirîs Dîklêrk civyaye û ji medyayên Beljîkî re ragihandiye: “Em gelê Kurd gelek in ku di şerê li dijî terorê û DAIŞê de me xwîna pêşmergeyên xwe ne tenê ji bo parastina axa Kurdistanê rijandiye, lê belê me ji bo hemû cîhanê û Ewropa şer kiriye. Herwiha me deriyê xwe bo milyonek û nîv koçber vekir, ku ev yek belege ye ku em miletekî aştîxwaz in û em neteweyekî kevn in li cîhanê.”

Felah Hesen wiha gotiye: “Parêzgarê Bajarê Rozelêr Kirîs Dîklêrk tekez kir li ser dostayetiya xwe ligel ciwanên Kurdistanê û gelê Herêma Kurdistanê û got ku deriyên me ji bo dostayetiyê vekiriye û hêvî xwest ku nêzîk serdana Herêma Kurdistanê û Hewlêrê bike.”

Hesen wiha domandiye: “Parêzgarê Bajarê Rozelêr Kirîs Dîklêrk got ku Beljîka dixwaze dostayetiya xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bike.”


 

Nûçeyên têkildar