Heşda Şeibî wêne û posterên berbijêrên PDKê diqetînin

Mûsil-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a PDKê li Mûsilê Menaf Hesen dibêje, hêzên Heşda Şeibî li parêzgeha Mûsilê wêne û posterên berbijêrên PDKê diqetînin û rê nadin wan ku bangeşeya hilbijartinan bikin.
Menaf Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî li parêzgeha Mûsilê hêj rê nade berbijêrên PDKê ku bangeşeya xwe bikin û wêne û posterên wan diqetînin.”
Hesen wiha got: “Heşda Şeibî gefê li xelkê dikin û ji wan re dibêjin divê hûn dengê xwe bidin berbijêrên me. Dizanin PDK xwedî pêgeheke mezin e, lewam şerê wê dikin û nahêlin posterên PDKê li cadeyan bimînin.”
Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Li navçeya Bertela bi bagran posterên PDKê xera dikin û diqetînin.”
Beriya niha jî Serokê Lîsta PDKê li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihandibû ku, li nava Mûsilê Ereb jî bangeşeyê bo lîsta PDKê dikin.




