Hewramî: Civaka navdewletî jî dizane PDK xwedî pirsên neteweyî ye
__2018_05_05_h15m42s22__ER.jpg)
Brîtanya-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewramî li Brîtanya di nava cemawerên PDKê de ragihand ku, civaka navdewletî û Iraq jî çaverê seng û pêgeha PDKê dikin.
Hêmin Hewramî ku serperiştiya kampanya bangeşeya hilbijartinan dike li Ewropa, li Brîtanya ji cemawerên PDKê re ragihand: “Bila civaka navdewletî û hemû cîhan zanibe ku ew dengên ku referandum çandin, her ew deng in ku li Bexdayê xebatê ji bo mafên destûrî û yasayî û neteweyî yên Kurdistanê dikin. Her ew deng in ku axa Kurdistanê diparêzin.
Hewramî wiha got: “PDK dikare parêzerê rasteqînê yê gelê Kurdistanê be, lewma jî pêwîst e PDKê ji hemûyan bihêztir be. Eger PDKê bihêz neba dê dastanên Pirdê û Sihêla beser nediketin. Lewma jî pêwîst e herî zêde ji dengê Kurdan ji bi PDKê be.”
Hêmin Hewramî wiha got: “Civaka navdewletî û Iraq jî li hêviya pêgeh û senga PDKê ne, ji ber ku bi dîtina wan PDK xwedî pirsên neteweyî û niştimanî ye. Ew dizanin ku ew aliyên nan û pîvazan bi pirsa Kurdî dixwin ji bo berjewendiynên xwe yên hizbî û kesî kar dikin.”




