Fermandar Bedel Bendî: Dengê xwe bidin lîsta Serok Barzanî û lîsta dastana Sihêla

Dihok-KDP.info- Fermandarê Lîwaya 1 a Leşkerê Roj Bedel Bendî ragihand ku eger dastana Sihêla û bergiriya bêsînor a Pêşmerge nebaya, dê niha milîsên Şîeyan bi dilê xwe li nava bajarên me çûbana û hatibana, lê me biryar dabû ku ya mirin û ya jiyana azad li Kurdistanê.
Bedel Bendî di dastana Sihêla de li dijî hêzên Heşda Şeibî bi wê yekê tê naskirin ku ji pêşmergeyan re digot: “Xwe neçemînin (xwe ji ber topên wan danexin û xwe veneşêrin)”. Ew fermandarê Leşkerê Roj di hevdîtinekê de ligel malpera KDP.info behsa wê dastanê dike û dibêje: “Ji bo ku careke din em xwe neçemînin pêwîst e em dengê xwe bidin lîsta 184 a PDKê.
KDP.info: Pêşmerge çawa di dastana Sihêla (Eyn Iwêz) de biser ket?
Bedel Bendî: Di serî de, ew şer li ser me hat ferizkirin, ji ber ku Kurdan qet nexwestine şer bikin. Lê eger şer bi ser me de bê ferizkirin, em bi tundî bersivê didin. Wê demê Fermandar Mensûr Barzanî ligel hêza me bû. Hêza bîrûwariyê û hêza hizra Mela Mustefa Barzanî bû. Me biryar dabû ku em şerê man û nemanê bikin. Dastana Sihêla şerê şêran bû. Ew dastan bi xwîna ciwanên Kurd hatiye nivîsandin. Ji ber ku 109 di nava xwînê de bûn û me her şer dikir. Pêşmerge biryar dabû ku Heşda Şeibî qet pêşde neyê. Ji ber ku şerê şeref û axê bû.
KDP.info: Di wî şerê germ de, te ji pêşmergeyan re digot, xwe neçemînin. Ti li ser vê yekê çi dibêje?
Bedel Bendî: Kurd gelek e ku qet xwe neçemandiye û qet xwe naçemîne.
KDP.info: Di wê dastanê de, Serok Barzanî ligel te axifî?
Bedel Bendî: Serok Barzanî deqe bi deqe ligel me diaxivî û hemû kur û neviyên wî li eniyên pêşî yên şer bûn û canê wan di destê wan de bû. Lê mixabin niha hinek kesên din xwe dikin nûnerê gel lê ew bi xwe biryarê xwe ji sultanên Bexda û Tehranê werdigrin û qet çeperên şer nedîtine, ku ew xelkê dixapînin.
KDP.info: Eger ne ji bergiriya Pêşmerge ba dê li Sihêla çi çêbiba?
Bedel Bendî: Eger ne ji dastana Sihêla ba û ne ji bergiriya pêsînor a Pêşmerge ba niha dê milîsên Şîe di nava bajarên Kurdistanê de bi dilê xwe çûbana û hatibana, lê me biryar dabû ku yan mirin û yan jiyaneke azad li Kurdistanê.
KDP.info: Nêrîna te li ser Kerkûkê çi ye?
Bedel Bendî: Kerkûk birîneke dijwar e û qet nayê jibîrkirin. Xweska ew şerê me kir li Kerkûkê jî hatiba kirin. Heman şerê dastanên Pirdê û Sihêla û Mehmûdiye li Kerkûkê jî hatiba kirin, dê rewş ji ya niha baştir ba. Lê em çibikin careke din hinek kesan xiyanet kirin.
KDP.info: Niha em ber bi hilbijartineke çarenivîsaz ve diçin. Ti çi dibêje?
Bedel Bendî: Eger Kurd bixwazin ti carî ji kesî re neçemînin, pêwîst e dengê xwe bidin lîsta 184 a PDKê ku lîsta Serok Barzanî ye û lîsta dastanên Sihêla û Pirdê û Mehmûdiye ye û lîsta avedaniyê ye, lîsta xebata Serok e û lîsta wan pêşmergeyan e ku tankên Abramz şikandin.




