Serok Barzanî û Balyozê Îranê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îran li Iraqê kir û di wî hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Roja çarşem 02.05.2018 li Selaheddîn pêşwaziya Îrec Mescidî Balyozê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir.
Di wê hevdîtinê de peywendiyên dû qoliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin û ronahî xistin ser çaremîn konferansa pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ku li bajarê Hewlêrê hatiye sazkirin û bi pêngaveke girîng û serkeftî dan zanîn ku dibe sedema bihêztirbûna pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de.
Her di vê civînê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Hêjayî gotinê ye di vê civînê de Murteza Ebadî Konsolê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê amadebû.




