26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Pêşmerge: Ew piropagena ku hat kirin armancên siyasî li pişt bûn û tu pêwendî bi sînor nebûn

Çavkanî: KDP.info

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cafer Mistefa ragihand ku Sînorê başûr û rojava nehatine girtin lê rê li qaçaxiyê û tîrorê hatiye girtin.

 Şêx Cafer Mistefa di çavpêkevtinekê de digel rojnameya Hewlêrê de basa serdana xwe ya bo sînorê herêma Kurdistanê û rojava kir û diyar kir ku sînor nehatiye girtin, lê rêgirî li terorê û qaxaiya çek û madeyên hoşberiyê hatiye kirin.

 Derbarê wan nûçeyên navendên mîdyayî ku dibêjin sînor hatiye girtin Wezîrê Pêşmerge diyar kir ku ew nûçane ne rastin û ew xelkên ku wan nûçeyan belav dikin kesên têkderin û xêr nexwazê hikûmetê ne.

 Şêx Cafer got: " Sînorê rojava vekiriye û çu gavê em nagirin, çi ji me bê û di riya çi rêkxirawekê de be, emê alîkariya xelkên rojava bikin, derwazeyekî fermî di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de nîne û ew drwazeyên fermî jî ku hatûçûna otombêlan hemû li jêr desthilata Hikûmeta Bexdadê ne, rêya Xabûr jî take rêye di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de û hatina û çûna otombêlan têre nayê kirin."

 Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê tekez kir ku: " Ew piropagenda ku hat kirin armancên siyasî li pişt bûn, tu peywendî bi girtina sînor nebûn, êş û nexweşiya her kurdekî li çi ciyekî be, êş û nexweşiya meye, êşa Kurdên rojava jî êşa meye, em hemû Kurdin."

Nûçeyên têkildar