Farnsa: Sê siyasetmedarên Kurd hatin kujtin

Çend kesên nenas li Parîs paytextê Fransa êrîşî ser nivîsgeha ragihandina Kurdistan kirin û 3 jinên siyasetmedarên Kurd kujtin.
Li angora ewan pêzanînan ewên ku siteya Frat News a nêzîkî PKK belav kiriye, çend kesên nenas çûne ser nivîsgeha ragihandina Kurdistan li devera Gare Du Nord a li Parîsa paytexta Fransa û syasetmedara Kurd Sakîne Cansiz û nûnerê kongireya neteweyîya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û jinekî din bi navê Leyla Soylemeze kujtin.
Dibe di evê kiryara han de çekên bê deng hatibin bikaranîn û polîsên Fransa jî dest bi lêkolînan kirine û heta niha jî ti kesek nehatiye girtin.




