Berpirsê PDKê li Mexmûrê: Ereb jî dê dengê xwe bidin lîsta PDKê
__2018_04_30_h15m6s50__ER__2018_04_30_h16m5s57__ER.jpg)
Mexmûr-KDP.info- Berpirsê Şaxa 23ê ya PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah dibêje, heta ev rewşa dagîrkerî li Mexmûrê berdewam be ew navenda xwe li Mexmûrê venakin. Herwiha da zanîn ku Erebên Mexmûrê dê dengê xwe bidin lîsta 184 a PDKê.
Kirmanc Ebdulah Berpirsê Şaxa 23ê ya PDKê li Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Me bi awayekî nihênî serdana Mexmûrê kir û li wir kombûnek hebû û em tê de beşdar bûn û piştre e dîsa bi nihênî derketin. Heta ew rewşa dagîrkerî ya ku li Mexmûrê berdewam be em navenda xwe li wir venakin. Heta ala Kurdistanê li wir neyê bilindkirin û rêz li sembol û serweriyên xelkê Kurdistanê neyê girtin, em venagerin nava navenda xwe.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Hemû pêkhate û bi taybetî jî birayên me yên Ereb li sînorê Mexmûrê helwesta wan pir baş e û bi awayekî giştî ligel PDKê ne, ji ber ku dizanin lîsta PDKê tê wateya lîsta pêkvejiyanê.”




