26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dirustkirina Navendek Ragihandinê li Civata Wezîran

Çavkanî: KDP.info

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, ewê navendek a ragihandinê li civata wezîran dirust bikin daku peywendiyên xwe digel rojnamevanan bikin.
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ku malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye dibêje ku; armanc ji dirustkirina navenda ragihandinê, belavkirina zanyariyan derbarê helwest, kar û çalakiyên hikûmetê ye.
Her weha diyar kir ku ewê nasnameyên taybet ji bo rojnamevanên ku beşdarî karê wê navendê bibin derxînin.
Dizeyî aşkere kir ku, navenda ragihandinê dê mîna ofîsekê bi serpereştiya peyvdarê hikûmeta herêmê karên xwe birêve bibe, her weha budceyek taybet ji aliyê civata wezîran dê ji bo wê navendê bê teraxnkirin.
Hêjayî gotinê ye ku, di çend rojên dahatî de ew navend dê bê vekirin, ku ofîsek wê dê li Hewlêrê be, lê tu liqên wê li parêzgehên din yên Herêma Kurdistanê dê nebin.

Nûçeyên têkildar