26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hoşyar Zêbarî: Kes nikare pêgeha Kurdan li Mûsilê kêm bike

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî di kombûna ligel kadirên PDKê li sînorê Mûsilê ragihand ku kes nikare rola Kurdan li Mûsilê kêm bike.

Îro Yekşema 29-4-2018 li parêzgeha Dihokê Hoşyar Zêbarî ligel kadirên PDKê yên şaxên Mûsil û Şêxan û Şingalê kom bû. Armanc ji wê kombûnê serxistina lîsta 184 a PDKê û bangeşeyeke bihêz bû li sînorê Mûsilê.

Di wê kombûnê de Hoşyar Zêbarî ragihand: “Tevî hemû kêmasiyan jî, lê em bi kirdar karê xwe dikin û li sînorê parêzgeha Mûsilê me 500 şehîd dane ji bo ku em bighên ser Çiyayê Şingalê.”

Zêbarî wiha got: “Pêwîst e em dûbat bikin ku PDKê xwedî pêgeheke bihêz e li Mûsilê û kes nikare pêgeha Kurdan li Mûsilê kêm bike. Ne bi rêya bi erebkirinê û ne ji bi siyasetên şofînî. Ji ber ku em xwediyê malê ne û me teida li kesî nekiriye.”

Nûçeyên têkildar