26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sîweylî: Dengên PDKê dê zêde bibin..Xelk dizanin kê bergirî li wan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand ku xelkê Kurdistanê dê dengê xwe bidin lîsta PDKê ji ber ku dizanin ê ku bergirî li nafên neteweyî yên Kurdan kiriye, PDKê ye, lewma jî dê dengê PDKê li gorî hilbijartinên borî zêde bibin.

Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK ji destpêka avabûna xwe ve qet amade nebûye sazişê li ser mafên neteweyî yên gelê Kurd bike û berdewam hewl ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê daye û herdem dirûşmên PDKê mafê çarenivîsê yê gelê Kurd bûye û di pirsa referandumê de jî pêşengî jê re kir.”

Sîweylî wiha got: “Pirsa Serxwebûna Kurdistanê pirseke stratejîk e û PDK qet dest jê bernade û armanca PDKê ew e ku Kurdistan bibe dewleteke serbixwe. Me ev yek ji hemû aliyên hindur û derve re jî gotiye û em qet sazişê li ser mafê gelê Kurd nakin.”

Berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê wiha domand: “Pêwîst e PDK biçe Bexdayê û bibe nûner ji xelkê Kurdistanê re, ji ber ku wek wan partiyên din sazişê li ser mafê gelê Kurdistanê nake. Lewma jî vê carê dê dengên PDKê zêde bibin, ji ber ku dizanin kê bergirî li mafên wan yên neteweyî kiriye.”

 

Nûçeyên têkildar