Mamosteyekî zanîngehê: Kursiyên PDKê vê carê dê zêde bibin
_(12)__2018_04_29_h15m9s34__ER__2018_04_29_h16m43s59__ER.jpg)
Silêmanî-KDP.info- Roja 12ê meha bê dê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê birêve biçin û mamosteyên zanîngehan jî dibêjin: “PDK li Hewlêr û Dihokê dê kursiyên xwe zêde bike û dê li Silêmaniyê jî dengê xwe bîne û partiyên din dê dengên xwe kêm bikin.”
Mamoste Mîran Husên ji malpera KDP.info re ragihand: ”Li parêzgehên Hewlêr û Dihokê dê rêjeya kursiyên PDKê zêde bibin. Partiyên din jî dê li wan herdû parêzgehan gelek dengan jidest bidin û bi vê yekê kursiyên xwe jidest bidin. Li gorî rapirsiyan jî dê bi rêjeyeke berçav dengên PDKê zêde bibin.”
Derbarê pêşbîniyên xwe li ser Silêmaniyê, wî mamosteyê zanîngehê wiha got: “Dê li Silêmaniyê dengê hemû aliyan kêm bibe û dê lîstên mezin nemînin, lê PDK dê dengê xwe yên berê bîne. Eger li Silêmaniyê dengê PDKê zêde nebin kêm nabin.”
Mîran Husên wiha domand: “Xelkê Kurdistanê dê zêdetir dengê xwe bidin PDKê ji ber ku wek me dît nûnerê PDKê her bergirî li mafê gelê Kurdistanê kirine û kar ji bo Kurdistanê kirine, her kar kirine ji bo mafên neteweyî û destûrî yên xelkê Kurdistanê û nûnerên partiyên din jî her kar kirine li dijî berjewendiyên xelkê Kurdistanê û bi wê yekê ziyanên mezin gihane gelê Kurdistanê.”




