26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Rojavayê Kurdistanê sipasiya hikûmeta Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info
Piştî hewldanên hin aliyên ragihandinî yên ji bo lawaz kirina yekîtiya Kurdan, duhî welatiyên Rojawayê Kurdistanê yên ku, li Başûrê Kurdistanê de bicîh bûne tevahiya ev nûçe û raportên ku, ji aliyê hin kanalên ragihandinê ve hatibûn belavkirin red kirin û ragihandin ku, her çend ev nûçe û raporên han ti rastiyeke wan tuneye lê armanca wan lawaz kirina Yekîtiya Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye.

 Welatên Rojawayê Kurdistanê herwiha spasiyên xwe jî pêşkêşî Serokatî û Hikûmeta Kurdistanê kirin û ragihandin ku, Hikûmeta Kurdistanê heta niha bi her awayî û di her warî de hevkariya me kiriye.

Nûçeyên têkildar