26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY û Kurdistan: Çareseriya pirsgîrêkan bi rêya diyalogê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Neteweyên Yekgirtî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan di rêya diyalogê de kirin.

Îro 18-4-2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Jan Kubîş Nûnerê taybet ê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Her dû aliyan, pêngavên ku heta niha hatine avêtin, mîna vekirina firokxaneyên Kurdistanê, şandina beşek ji mûçeyê fermanberan û berdewamiya diyalogê bi giring binav kirin û tekezî li ser giringiya çareserkirina tevayiya pirsgirêkan di rêya danûstandinan de, destnîşan kirin.

Herweha di dîdara her dû aliyan de, prosêsa siyasî li Iraqê û hilbijartinên bê yê Parlemana Iraqê hatin gotûbêjkirin û behsa beşdarîbûn a herêma Kurdistanê di van hilbijartinan de kirin û hêviya serkeftinê ji hilbijartin û prosêsa siyasî li Iraqê, xwestin.

Nûçeyên têkildar