Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka çend mijar gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke amerîkî ya bi serokatiya Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk kir. Di hevdîtinê de rewşa herêmê û Iraqê û herwiha hilbijartinên giştî yên Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh êvarî 17-04-2018 li Hewlêrê li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk û şandeke pêre hevdîtinek pêk anî.
Di şandê de Balyozê Amerîkayê li Iraqê Doglas Siliman, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gros, Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andro Pek û çend dîplomatên din cîh girtine.
Herwiha Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di hevdîtinê de amade bû.
Di hevdîtinê de şanda mêhvan ji ber destpêkirina diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha asayîbûna peywendiyan destxweşî li herdu aliyan kir.
Şanda mêhvan ji bo çareserkirina pirsgirêkan hêviya berdewamkirina diyalogê anî ziman û tekez kir kuy Amerîka giringiyê dide pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ji ber piştgiriya Amerîkayê ya ji bo destpêkirina guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de spasiya wî welatî kir û got, ku diyalog tekane riya çareseriya pirsgirêkan e.
Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku Herêma Kurdistanê ji bo çareseriyê ji diyalogê amade ye. Serokwezîr Barzanî ragihand, ku ew pir giringiyê didin peywendiyên li gel Amerîkayê û ji bo berdemakirina peywendiyan ew amade ne hemû hêsankariyan bikin.
Di hevdîtinê de herwiha rewşa navçeyê û Iraqê û herwiha hilbijartinên pêş ên Iraqê jî hatine gotûbêjkirin.




