26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesûd Tek: Barzanî tekez li ser yekrêziya Kurdan kir

Çavkanî: KDP.info


Dihok-KDP.info- Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek ragihand ku civîna wî ligel Serok Barzanî erênî bû û li ser gelek mijaran axivîn.

Duhî Çarşema 11-4-2018 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Mesûd Tek û şanda pê re kir.

Derbarê wî hevdîtinê, Mesûd Tek di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîna me ligel Serok Barzanî erênî bû û Barzanî bi temamî piştgiriya xwe bo me li Bakurê Kurdistanî nîşan da.”

Wî siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê wiha got: “Sala bê dê 3 hilbijartin li Tirkiyê birêve biçin û Barzanî tekez li ser yekrêziya Kurdan kirin li Bakurê Kurdistanê û herwiha da zanîn ku pêwîst e Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê yekhelwêst bin.”

 

Nûçeyên têkildar