Şahê Urdinê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Urdinê ji ber wefata Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke serxweşiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Şah Ebdullah di vê pryama sersaxiyê de dibêje: “Bi xemeke kûr û xembariyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Mistefa Barzanî yê birayê we gihîşte min, xwedayê mezin wî efû bike”.
Şah Ebdullah herwiha nivîsandiye: “Di demekê de ku rastgotirîn serxweşiya xwe bi vê boneya bi êş ji were re radigihînim, ji xwedayê mezin û bi şiyan daxwaz dikim ku xwedêjêrazî bixe ber dilovanî û lêborîna xwe û bi bihetşa xwe ya berfireh şad bike û aramî û hedarê bibexşe we û malbata we ya camêr”.
Dilovan Îdrîs Barzanî roja Duşemê 2ê Nîsana 2018 li bajarê Hewlêrê bi celteya dil û di temenê 52 saliyê de koça dawî kir.




