26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Pêşmerge: Sînor nehatine girtin û tu rêgirî jî li gêhandina alîkariyê bo rojava nehatiye kirin

Çavkanî: KDP.info

Piştî belav kirina hin nûçe û zaniyariyên nerast ên di derbarê daxistina Sînurên heyî yên di navbera Başûr û Rojawayê Kurdistanê de ji aliyê hin dezgehên ragihandinê ve, duhî bi mebesta eşkere kirina rastiyan Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cafer Mistefa serdana wan Deveran kir.

 Şêx Cafer ragehand ku bi hîç awayekî xalên sînor ên Herêma Kurdistanê li ber hatina Kurdên Rojava nehatine girtin û qet rêgirî jî nehatiye kirin ku hevkarî û alîkarî ji wan re biçe.

 Wezîrê Pêşmerge herwiha diyar kir ku, hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Kurdistanê ên li ser Sînur hevdem ligel parastina ewlekariya wan Deveran bi her awayî jî hevkariya welatiyên Penaber dikin.

Hêjayî gotinê ye welatiyên Rojawayê Kurdistanê jî ev nûçe û raporên ku, dibêjin qaşo Sînur hatine daxistin red kirin û ragihandin ku, ev nûçe û raportên han ti xizmeteke yekîtiya Kurdan nakin.

Nûçeyên têkildar