26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û HDP: Divê pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê bi diyalogeke aştiyane çareser bibe

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinê navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pilebilind a HDPê de, behsa rewşa Kurdan li Tirkiyê hat kirin û herdû aliyan tekez kirin ku girîng e pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê bi rêya siyasî û diyalogeke aştiyane çareser bibe.

Îro Şemiya 7-4-2018, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Perwîn Buldan Hevseroka HDPê û hejmareke serkirdeyên wê partiyê kir.

Di wê hevdîtinê de, Perwîn Buldan bi navê xwe û endamên HDPê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest li ser koça dawî ya birayê wî Dilovan Baranî û hevxemiya xwe jî nîşan da û hêvî jî xwest ku ev nexweşiya wan a dawî be.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya şanda HDPê kir li ser wê hevxemiyê û pîrozbahî li Perwîn Puldan kir ji ber hilbijartina wê wek hevseroka HDPê di gongreya dawî de û hêviya serkeftinê jê re xwest di erkê wê yê nû de.

Di wê hevdîtinê de, herwiha behsa rewşa Kurdan li Tirkiyê hat kirin û herdû aliyan tekez kirin ku girîng e pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê bi rêya siyasî û diyalogeke aştiyane çareser bibe.

Şanda HDPê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çend pirsên din ên girêdayî rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

 

Nûçeyên têkildar