Demîrtaş: Pêwîste BDP û KCK di nava vê pêvajoyê de bin

Hevserokê (BDP) Selahaddîn Demîrtaş diyar kir, ku mirov nikare hevdîtinên ku di navbera dewletê û Ocalan de didomin weke muzakereyê bi nav bike û got, ku divê gava yekemîn derxistina Ocalan a ji Girtîgeha Îmraliyê be.
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, di civîna Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî. Demîrtaş, got: " Ji bo vê pêvajoyê em berê bi hev re rûneniştine. AKP’ê vê pêvajoyê li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re dest pê kiriye. Ji hevdîtina Îmraliyê bo me û bo KCK’ê, bo gel nexşerêyek, bernameyek nehatiye amadekirin. Di vê merhaleyê de ji bo me bi navbeynkariya me tu bang û pêşniyarek nehatiye kirin. "
Demîrtaş, destnîşan kir bi Ocalan re û bi wan re jî bi biryarbûneke çareseriyê heye û li gorî tespîtên wan vîneke çareseriyê bi hêz bûye. Demîrtaş, da zanîn di vê merhaleyê de tu muzakere pêk nehatine û wiha berdewam kir: " Em dikarin tenê behsa lêgerîna muzakereyê bikin. Em di vî warî de xwedî agahiyeke zelal in. Ji vir û şûnde hemû pêşveçûn girêdayî helwesta hikûmetê ye. Yek ji aliyan peywira xwe bi cih aniye û jidiliya xwe nîşan daye. Ji bo ku muzakere pêk bên divê hemû rê û rêbaz bên qedandin. Pêwîst e KCK di nava pêvajoyê de be. Her wiha partyia me û sivîlên pêwendîdar jî divê tevli vê pêvajoyê bibin. Ger ev gav bêne avêtin wê çaxê em ê bikaribin bêjin ‘pêvajoya muzakereyê’ dest pê kiriye. "
Demîrtaş, got heke hikûmet jidil divê pêşî zimanê xwe sererast bike, heqaretê neke, operasyonên leşkerî bide sekinandin û nêrîna xwe wiha anî zimên: " Heke ev yek neyên kirin wê çaxê bila kes kesî newestîne. Ev pêvajoya bi helwesta ‘Me ew têk birin, pelçiqandin niha jî em ê wan teslîm bigrin’ bi pêş nakeve. We li Îmraliyê wisa nedigot. Madem we têk biriye û qedandiye wê çaxê hûn çi teslîm digrin? Ger hûn li riyeke bêçek digerin, wê çaxê divê hûn dev ji van gotinên xwe berdin. "
Demîrtaş, weke gava yekemîn jî xwest sîstema Îmraliyê bê hilweşandin û Ocalan ji Îmraliyê bê derxistin. Demîrtaş, wiha axivî: “Madem Ocalan muxatab e, wê çaxê divê ev gav bêne avêtin. Di navbera şert û mercên şandeya ku hevdîtin pêk hatiye û şandeya ku pê re hevdîtin kirine de ferqeke mezin heye. Şandeyek azad e û ya din jî di çaleke 14 metreyî de ye. Em li vir nabêjin Serokwezîr jî bixin Îmraliyê, em dibêjin Ocalan ji Îmraliyê derxin. Divê bihêlin Birêz Ocalan bi KCK û gel re serbest hevdîtinan pêk bîne




