Heyder Ebadî ligel Serok Barzanî axivî

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi telefonê ligel Serok Mesûd Barzanî axivî û hevxemiya nîşan da bi koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî û sersaxî jê re xwest.
Îro di pêwendiyeke telefonî de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevderdî û hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî biraziyê Serok Mesûd Barzanî diyar kir û pirse û sersaxî ji Serok Barzanî û malbata Barzanî re xwest. Herwiha Ebadî hêvî xwest ku xwedayê mezin cihê rehmetî bike bihûşê û ev xem ya dawî ya malbata Barzanî be.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Heyder Ebadî kir li ser vê pêwendiya hevxemiyê.




