26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Tirkiyê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest.

Ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî birayê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Binalî Yildirim vê êvarê (05-04-2018) peywendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re pêk anî.

Binalî Yildirim tevî xwestina sersaxiya Serokwezîr, hevxemî û hevderdiya xwe ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re derbirî.

Yildirim herwiha hêviya xwe anî ziman ku ev koça dawî ya xemgîn xema herî dawî ya malbata Barzanî be û Xwedê sebrê bida wan.

Serokwezîr Barzanî jî spasiya Yildirim kir û pêzanîna xwe ji bo vê peywendiya telefonî, sersaxî û hevxemiyê derbiriye.

Nûçeyên têkildar