26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî peyama spasiyê ragihand

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîbûna şîna Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke spasiyê belav kir û diyar kir: “Hêvîdar im hemû alî ji êş û nexweşiyê bi dûr bibin û Xwedayê Mezin xêra we hemûyan binivîse û dilovaniya Xweda li koçkiriyên we yên hemû aliyek be.”

Peyam wiha ye:


“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Spasiyên xwe yên bê payan pêşkêşî hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraq û konsol û nûnerê welatan û kesayetiyên olî û nûnerê pêkhatên neteweyî û olî û rêxistinên civakî û medenî û kesayetiyên siyasî û civakî û çandî û akademî û werzîşî û fermande û hêzên qehremanên Pêşmerge û Asayîş û Polîs û berpirsên îdarî û siyasî û hemû çîn û tuwêjên Herêma Kurdistan û Iraq û hemû Kurdistaniyên ezîz li her çar parçe û derveyê welat dikin ku zehmetê kêşan û beşdarî li pirse û serxweşiya Xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî kirin û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me kêm kirin.

Di vir de bi pêwîst dizanim spasî wan hemû birêzên derve û navxweya Kurdistan û Iraq û serkirde û berpirs û kesayetiyê welatan bikim ku li rêya telefon û biruske û peyamên serxweşiyê yan bi her awayek ku karîn li xema me da hevpar bûn.

Pêzanînên min ji bo wan hemû xelkên li rêya nêzîk û dûrve hatibûn û erk kêşan û li xema me beşdar bûn. Spasî taybetî ji bo malbat û kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan ku hevxemiya xwe ji bo me derbirîn.

Hevsozî û hevbeşiya xelkê ezîz ê Kurdistanê, di xem û pirse û serxweşiyê de ji bo me herdem cihê rêz û teqdîr e û cihê şanaziya me ye. Spasî hemwelatiyên xweşdiviyê bajaroka Selahedîn dikim ku li van çend rojan da tehemula zehmetî û qelebalixiyê kirin û mîhvandariya xelkê kirin. Herwiha spasî erk û keda hêzên asayîş û polîsan dikim ku erkê rêxistina rê û ban û asayîş li ser milê wan bû. Hêvîdar im hemû aliyek ji êş û nexweşiyê dûr bin û Xwedayê Mezin xêra we hemûyan binivîsê û dilovaniya Xwedê li koçkiriyên we yên hemû aliyek be.


Mesûd Barzanî

05.04.2018”

Nûçeyên têkildar