25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ebdulbasit Seyda sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedar ji Rojavayê Kurdistanê Ebdulbasit Seyda, serxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Dilovan Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û biraziyê Mesûd Barzanî, roja Duşemiyê 2ê Nîsanê li bajarê Hewlêrê bi celteya dil wefat kir.

Ji ber wefata Dilovan Barzanî, Ebdulbasit Seyda peyamek ji Nêçîrvan Barzanî re şand, ev jî tekesta wê ye:

“Birayê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya birayê we Dilovan Barzanî bihîst, ku kurê malbateke xebatkar e û hemû Kurd şanaziyê pê dikin.

Xwedayê mezin rehma xwe lê bike û cihê wî bihûşt be. Xwedê sebr û aramiyê bide we.

Xwedê serkeftinê bide we ji bo berjewendiya gelê me yê ku daxwaza azadî û aştî û paşerojeke baş, dike.

Dîsa ji dil de em sersaxiyê ji we re û ji hemû malbata rehmetî û heval û dostên wî re, dixwazin. Xwedê we û gelê me ji her nexweşiyekê dûr bike.

Ebdulbasit Seyda”

 

Nûçeyên têkildar