26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keval: Yek alî nikare mafê Kurdan li Sûriyê bidest bîne..Pêwîst e Kurd yekgirtî bin

Çavkanî: KDP.info

Sûriye-KDP.info- Pisporê karûbarê Sûriye û Tirkiyê Mûsa Keval dibêje, êdî kirîza Sûriyê ji kirîzeke herêmî bûye kirîzeke cîhanî û çendîn welat berjewendiyên xwe di Sûriyê de dibînin, lewma jî çareseriya wê neasan e, ji ber ku girêdayî hemû Rojhilata Navîn e û dema Amerîka dibêje emê leşkerên xwe vekşînin mebesa wê ew e ku guvaşê li Erebistana Siûdî û welatên Kendavê bike ku ew xerciyên wê bidin, ji ber ku Amerîka naxwaze xerciyê bike û welatên Kendavê sûd jê bibînin li dijî Îranê. Herwiha Keval dibêje, pêwîst e Kurd li Sûriyê yekgirtî bin û ji bo bidestxistina mefên wan tekane alî nikare tiştekî bike.

Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew guhertinên ku biryar e li Sûriyê bên kirin, berdewam dibin û dibe ku bibin bername ji gelek guhertinên din re li Rojhilata Navîn, lewma jî çareserkirina kirîzên niha neasan e û dibe ku heta demeke dirêj ev kirîz berdewam bin, ji ber ku êdî ev ne kirîzeke herêmî ye û bûye pirsgirêkeke cîhanî, ku gelek aliyê navdewletî li berjewendiyên xwe digerin. Herwiha Tirkiye jî tenê dixwaze Kurd sûdekê ji vê rewşê nebînin.”

Keval wiha got: “Di serî de Tirkiye digot em li Efrînê li dijî PYDê ne, lê niha li wir dijayetiya hemû Kurdan dikin û nasname û demografya Efrînê dugherin, ku Ereban tînin gund û bajarên Kurdan û bi vê yekê hemû Kurd ziyaneke mezin dibînin.”

Wî pisporî wiha domand: “Eger Amerîka ji Sûriyê vekşe, dê bi pilan be û dê bi merc jî be, lê dema Amerîka dibêje emê leşkerên xwe vekşînin mebesa wê ew e ku guvaşê li Erebistana Siûdî û welatên Kendavê bike ku ew xerciyên wê bidin, ji ber ku Amerîka naxwaze xerciyê bike û welatên Kendavê sûd jê bibînin li dijî Îranê. Amerîka dixwaze welatên Kendavê bi Îranê bitirsîne, ku eger Amerîka ji Sûriyê derkeve dê rola Îranê li navçeyê zêdetir bibe.”

Dr. Mûsa Keval ragihand: “Kurdan gelek qurbanî dan, lewma pêwîst e berpirsên Kurd erka exlaqî û dîrokê bavêjin ser milê xwe û dest ji dijayetiya hev berdin, ji ber ku hemû Kurd di metirsiyê de ne û pêwîst e berjewendiya giştî biparêzin. Yek alî li Sûriyê nikare mafê Kurdan bidest bixe, pêwîst e hemû aliyê Kurd yekgirtî bin û kar ji bo mafê xwe bikin.”

Nûçeyên têkildar