Zêbarî: Deriyê Sêmalka nehatiye girtin

Zaxo-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Dîcle Babekir Zêbarî ragihand, mebesta bombebarana Tirkiyê axa Sûriyê bûye ne ya Herêma Kurdistanê, herwiha red dike ku Deriyê Sêmalka hatibe girtin.
Di hinek medya de nûçeyek hatiye velavkirin ku Tirkiye sînorê Zaxo bombebaran kiriye ji ber wê yekê jî Deriyê Sêmalka hatiye girtin. Lê Babekir Zêbarî ew yek red kir.
Babekir Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tirkiye hejmareke topên dûravêj avêtine aliyê Sûriyê kirine li sînorê Zaxo, ku PYD kirbû hedefa xwe û di encamê de çend asayişên PYDê birîndar bûne.”
Zêbarî wiha got: “Dema Tirkiye ew top avêtine PYDê, yek ji wan topan li sînorê Herêma Kurdistanê kitiye, ku ew top li kargeheke remlê ketiye û agir pê ketiye.”
Li gorî Babekir Zêbarî, mebesta Tirkiyê ji wan topan, ku 10 top bûn, axa Sûriyê bûye ne ya Herêma Kurdistanê, lê ew topa ku li axa Herêma Kurdistanê ketiye bêqesd bûye û niha rewş aram e.”
Derbarê nûçeyên ku dibêjin Deriyê Sêmalka ji ber wan topan hatiye girtin, Zêbarî wiha got: “Deriyê Sêmalka vekirî ye û ti pirsgirêkek tune ye.”




