Yekîtiya Kardarên Kurd sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Yekîtiya Kardarên Kurd li Ewropa (AKEE) ji ber wefata Dilovan Barzanî birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyameke sersaxiyê şand.
Peyam wiha ye:
“Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê..
Mixabin me nûçeya koça dawî ya rehmetî Dilovanê birayê we bihîst.
Li ser navê Yekîtiya Kardarên Kurd li Ewropa (AKEE), em serxweşiyê li we û li malbata we ya birêz dikin.
Bila cihê birêz Dilovan bihûşt be û bila xwedê aramiyê bide kesatî, malbat û dostên we û tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê.
Bila serê we sax be û rehma xwedê li birêz Dilovan be.
Yekîtiya Kardarên Kurd li Ewropa (AKEE)”




