26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşa Azad serê ciwanekî Kurd jê kir

Çavkanî: KDP.info

 

Endamên ketîbeyeka ser bi Artêşa Azad ve ciwanê Kurd yê bi navê Hesen Mistefa dema ku ji xizmeta leşkeriya Sûriyê direviya, serê wî jê kirin.

Li gor malperên Facebook ê ciwanê  Kurd Hesen Mistefa dema ku ji xizmeta leşkeriya Sûriyê direviya, Ketîbeya Qureyîş a ser bi Artêşa Azad ve li bajaroka Meskene a ser bi bajarê Heleb`ê ve pasa ku ew têde bûn rawestand û ew digel 4 hevalên wî kuştin û termên wan avêtine.


Hêjayî gotinê ye ku, Hesen Mistefa li sala 1990 ê li bajarê Kubanî a Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye

Nûçeyên têkildar