TEV-DEM peyama sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî re şand

Hewlêr-KDP.info- Desteya Rêveber a Tevgera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Duşema 2ê Nîsanê, Dilovan Barzanî yê 52 salî birayê Serokweîzrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi celteya dil li Hewlêrê koça dawî kir.
Bi boneya wefata Dilovan Barzanî, Desteya Rêveber a Tevgera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji birayê wî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Peyama TEV-DEMê wiha ye:
“Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mixabin me nûçeya koça dawî ya birêz Dilovan ê birayê we bihîst. Em hevxemê we ne, serxweşiyê li we dikin, hevdem em serxweşiyê li malbata we ya birêz dikin. Ji xwedê daxwaz dikin ku cihê birêz Dilovan bihuşt be. Ji xwedê dixwaz dikin ku aramiyê bide kesatî, malbat û tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê û dawiya xeman be û em hêvîdar in ku xemgînî û nexweşiyan li we dûr bixe.
Desteya Rêveber a Tevgera Demokratîk (TEV-DEM)
02-04-2018”




