25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK-Bakur peyamek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demorkata Kurdistanê-Bakur (PDK- Bakur) ji ber wefata Dilovan Barzanî yê biraziyê Mesûd Barzanî û birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyameke sersaxiyê weşand.

Di vê peyama sersaxiyê de, ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî, PDK-Bakur xemgîniya xwe tîne ziman û sersaxiyê ji Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û malbata wan re dixwaze.

Peyama PDK-Bakur bi vî awayî ye:

“Me xebera wefata Kurê fermandarê mezin Îdrîs Barzanî û birayê Serokwezirê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî, Dilovan Barzanî bi xemgînÎ bihîst.

Ji ber wefata Dilovan Barzanî di serî de ji bo Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Neçirvan Barzanî û ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin.

Ji Xwedê hêvi dikin ku cihê Dilovan Barzanî bihuşt be”.

 

Nûçeyên têkildar