Çavuşoglu sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re encam da.
Mevlut Çavuşoglu di vê pêwendiyeke telefonî de bi boneya koça dawî ya birayê wî Dilovan Barzanî sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwast.
Çavuşoglu herwiha hevxemiya xwe gihande Nêçîrvan Barzanî û hêvî kir, ku ev dawî xema wî û malbata Barzanî be û xwedayê mezin, xwedêjêrazî bi buhişta xwe şad bike.
Nêçîrvan Barzanî bo vê pêwendiya telefonî spasiya birêz Çavuşoglu kir.
Dilovan Barzanî 52 salî birayê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemiyê 2ê Nîsanê ci celteya dil li Hewlêrê koça dawî kir.




