Dilovan Idrîs Barzanî koça dawî kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Duşemê 2/4/2018an, Dilovan Idrîs Barzanî, birayê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 52 saliya xwe de, bi sedema celteya dil, li bajarê Hewlêrê, koça dawî kir.
Dilovan Idrîs Barzanî di sala 1966an de, li navçeya Barzan jidayik bû. Ti post û berpirsatiyeke wî ya fermî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nebû, tenê di helkeftên civakî de nûneratiya Nêçîrvan Barzanî dikir.
Rehmetî ligel malbata xwe hemû temenê xwe di Pêşmergayetiyê û ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê terxan kirine. Îro li Hewlêrê malavayî li jiyan û Kurd û Kurdistanê kir û çû ber dilvaniya xwedayê mezin.




