25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Efrîn.. Girtiyên ENKSê li cem PYDê winda ne

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Endamê Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku çarenivîsa 5 serkirdên ENKSê ku li Efrînê di destê PYDê de bûn, nediyar e.

Îbrahîm Biro di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku PYDê bajarê Efrînê radewstî Tirkiyê kir, êdî çarenivîsa 5 serkirdeyên me li Efrînê nediyar e û em nizanin ne kuştine û ne jî radestî rêjîma Sûriyê kirine.”

Biro wiha got: “Di her şer yan bûyerekê de zindanî yan tên azadkirin yan jî tên veguhstin, lê ew serkirdeyên me yên ku di destê PYDê de bûn li Efrînê, em nizanin ne kuştine û ne jî radestî rêjîma Sûriyê kirine.”

Îbrahîm Biro da zanîn ku serkirdeyê ENKSê rewşa wî ya tendirûstiyê gelekî xerab bû, lê em niha tiştekî li ser nizanin û em nizanin ka PYDê çi jê kiriye.

 

Nûçeyên têkildar