25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ciwanên Êzdiyan ji hêzên PKKê dûr dikevin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Şingalî Qasim Şeşo ragihand ku êdî ciwanên Êzdiyan dest ji PKKê berdidin, ji ber ku dizanin hêzeke nefermî ne.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî gefên Tirkiyê li ser Şingalê, êdî zêdetirî 100 ciwanên Êzdî dest ji PKKê berdane.”

Şeşo wiha got: “Nêzîk dê zêdetir ciwan ji wan hêzan dûr bikevin, ji ber ku dizanin ti sûdeke wan hêzên nefermî tune ye û herwiha ti hêviyek di mana wan de li Şingalê tune ye, lewma dest ji PKKê berdidin.”

Wî fermandarê Êzdî wiha domand: “Ew ciwanên ku tevlî hêzên PKKê bibûn, ji bo ku xwe xwedî bikin, tevlî wan bibûn. Em jî li hêviya Wezareta Pêşmerge ne ku derî ji wan ciwanan re veke ku bibin Pêşmerge.”

 

Nûçeyên têkildar