Heşda Şeibî nehişt xristiyanên Deşta Neynewa cejna xwe pîroz bikin

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedareka xristiyan dibêje, çekdarên Heşda Şeibî nahêlin xristiyanên Deşta Neynewa cejna “Qiyame” (Rabûn) pîroz bikin.
Îro 1ê Nîsanê, sersal û cejna Qiyame ya mesîhiyan e. Xristiyanên cîhan û Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur vê helkeftê pîroz dikin.
Parlamentera xristiyan a Kurdistanê Wehîde Yaqû ji malpera KDP.info re ragihand, xristiyanên Kurdistanê bi azadî cejna xwe pîroz dikin lê li cihên derveyî Kurdistanê ew azadî nîne.
Wehîde Yaqû her wiha got, xristiyanên Deşta Neynewa nikarin bi azadî cejna xwe pîroz bikin ji ber ku çekdarên Heşda Şeibî astengiyan li pêşiya wan derdixin. Tenê xristiyanên deverên El Qoş û Tilsiqofê dikarin bi asûdeyî cejna xwe pîroz bikin ji ber ku ew der ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tên parastin.




