25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê NY li ser diyaloga Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin. Jan Kubis ji ber pêngavên erênî yên Hewlêr û Bexdayê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Roja pêncşemê (29-03-2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis û şanda pê re kir. Herwiha di civînê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî amade bû.

Jan Kubis ji ber pêngavên erênî yên Hewlêr û Bexdayê kêfxweşiya xwe anî ziman û hêviya diyalogeke cidîtir bi armanca çareserkirina pirsgirêkan xwest û di vê mijarê de amadebûna Neteweyên Yekgirtî nîşan da.

Kubis bi kurtasî behsa hewldanên wan ên li ser pêkanîna hewayeke guncaw ji bo hilbijartinên Iraqê û kombûna duh a aliyên siyasî yên Iraqê ji bo îmzekirina mîsaqa şeref a bi mebesta encamdana hilbijartineke serkeftî kir. Jan Kubis herwiha qala geşedanên herî dawî yên rewşa herêmê û piştgiriya peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hewldanên Kubis ên li ser pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda û piştgiriya li diyaloga herdu aliyan kir, ku ji ber wan hewldanan beşeke pirsgirêkan hat çareserkirin û hêviya xwe anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên din gotûbêjên cidî werin kirin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku beşdariya aliyên siyasî yên Kurdistanê di kombûna duh a hêzên siyasî yên Iraqê de piştgiriyek e ji bo pêvajoya siyasî û hilbijartinên Iraqê.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku hilbijartinên dahatû yên Herêma Kurdistanê dê di dema xwe de were pêkanîn.

Derbarê awareyan de jî amaje bi wê yekê kir ku hinek ji awareyan vegeriyane warên xwe, lê ji ber tinebûna xizmetguzarî û aramiyê, bi neçarî vegeriyane kampan û weke pêwîst dibîne ku hikûmeta Iraqê bi alîkariya civaka navdewletî li ser vê mijarê raweste û çareseriyekê bibîne.

Nûçeyên têkildar